Mem û Zîn | Ehmedê Xanî
Sernameyê name, namê Ellah
Bê namê wî natemam e wellah
Ey metle'ê husnê 'iŞqibazî
Mehbûbê heqîqî û mecazî
Namê te ye lewhê nameya 'iŞq
Ismê te ye neqŞê xameya 'iŞq
Bê neqŞê te, neqŞê xame xam e
Bê namê te, name natemam e
Namê te ye sahibeytê meqsûd
Fihristê mukatebatê mehmûd
Medmûnê muraselatê la-reyb
Meshûdê mukasefatê bi-l-xeyb
Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb
Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb
Me'sûq tu yî, bi fexr û naz î
'AŞiq tu yî, lêk bêniyaz î
Mutleq tu mufîd û mustefad î
BêŞubhe murîd û hem murad î
Nûr î tu di husn-i rûyê dildar
Nar î tu di qelbê 'aŞiqê zar
Şem' î, ne ji qismê nûr û nar î
Şems î, ji 'eyan tu perdedar î
Genc î tu di nêv tilismê 'alem
Kenz î tu 'eyan ji ismê adem
Ev 'alem û ademî û meshûd
Ev mumkin û masiwayê mewcûd
Hemiyan bi te ye mudare û debr
Feyyadê riyadê xelq û we-l-emr
Emrê te bi lefzê »kun« du 'alem
Mewcûd kirin, xered çi adem
Adem bi xwe yek ji herdiwan e
Yek herf e ji emrê »kun« fe-kane
Ew herf, heqîqeta muheqqeq
Hem emr e bi qudreta te hem xelq
Esbah muressem in ji nasût
Erwah muwessem in ji lahût
Ev rûh û cesed bi cebr û ikrah
Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah
Nasûtî egerçi rengsefal e
Lahûtî ji pertewa cemal e
Herfa ko me gotî, neqŞihûr e
Lê meqsed û me'neya wê kûr e
Zahir te eger numaye suxra
Batin ew e neqŞê xame kubra
Mewcûd e di wî Şehadet û xeyb
MeŞhûd e di wî Şiyadet û 'eyb
Insan bi xwe hem zelam e hem nûr
Adem ji te hem qerîb e hem dûr
Hindî weh ko cinsê 'alemî ne
Ew tabi'ê new'ê ademî ne
Evrenge felek hemî mu'ezzem
Evçende melek hemî mukerrem
Ev karegeha 'ezîm û dewwar
Ev baregeha bedî' û seyyar
Evçende zemîn digel 'enasir
Evrenge 'ered digel cewahir
Evçendehe ni'met û nefa'is
Evrengehe me'kel û melabis
Evçendehe mudde'a û metlûb
Evrengehe musteha û mehbûb
Heywan û me'adin û nebatat
Metlûb û meqasid û muradat
Bi l-cumle ji bo me ra li kar in
Fi l-cumle ji bo me ber di bar in
Heqqa ko te xweŞ nizam û rewneq
Tertîb kirin ji bo me el-heq
Em xafil û 'atil û gunehkar
Mayîne di qeydê nefsi emmar
Nînin me di qelbî fikr û zikrek
Nakin bi zebanî hemd û Şikrek
Xanî ko nehin bi qelbî zakir
Barî bide wî zebanê Şakir
* * * * *
Ey Şukrê te cewhera zebanî
Wey zikrê te seyqela cenanî
Ey wahidê bêŞerîkê yekta
Wey wacidê bênezîr û hemta
Ey baqiyê bêzewalê da'im
Wey hadiyê bêfenayê qa'im
Ey xaliqê erd û 'asimanan
Wey xaliqê cumle ins û canan
Mulk û melek û felek bi carek
Bi l-cumle te çêkirin tebarek
Şubhaneke kulle ma xeleqte
Ehsente fe-keyfe ma feleqte
Herçî ko te çêkir ey nikûkar
Heryek di hedê xwe da sezawar
Ev neh sedefê di pirmirarî
Dirrê di sefîd, sefaf û tarî
Heft di miŞalê durrê xeltan
HerŞeŞ cihet û çihar erkan
Hersê weledê di pirmewalîd
Xebra û sema digel meqalîd
Lewh û qelem û sewabit û 'erŞ
Heywan û nebat û me'den û ferŞ
Zahir kirin ev qeder sena'i'
Peyda kirin ev qeder beda'i'
Heryek ji 'edem kirin te peyda
Ibda' kirin te bê heyûla
Fi l-cumle çi ewwel û çi axir
El-qisse çi mu'min û çi kafir
Her yek ji te ra we bûne mezher
Ewreng di wan tu bûyî mudmer
Bê husn-i te nîne wan wucûdek
Bê nûr-i te nîne wan numûdek
Hikmet ew e batinî û zahir
Qudret ew e xa'ibî û hadir
Nînin te tecezzu' û temekkun
Emma we di wan dikî tewettun
Goya hemî cismek in tu can î
Goya hemî sehrek in tu xan î
Husna te ye zîneta hebîban
ReŞka te ye xîreta reqîban
Meyla te ye 'aŞiqan dikêŞit
Derdê te ye dil ji ber diêŞit
Şîrîn te kire Şekir li Perwîz
Ferhad ji rengê eskê xwînrîz
Leyla te kire bela li Qeysî
Ramîn bi te ram bû li Weysî
Yûsif te çira numa Zuleyxa
Wamiq te kusa gihande 'Ezra
Şêxê weko pênce hec bijarî
Dîn kir te ji bo keça kufarî
Nîlûfer nazperwerî kir
Ew jî te li mihrê muŞterî kir
Balayê bilind te daye ser wan
Pabendê bela te da tezer wan
Sorgul te kirin ji xar peyda
Bilbil te kirin hezar seyda
XweŞrengî te da giyayê sorgul
XweŞdengî te da newayê bulbul
Ronahî te da serê Şemalan
Perwane kirin bi Şewqê talan
Mehbûb te çêkirin di dilkeŞ
Meczûb te pê kirin musewweŞ
Ev 'iŞq û mehebbeta di dil da
Ev zulf-i ŞelaŞilê di mil da
Aya ne te çêkirin muqabil
Heryek te bi hev kirin mu'adil
Ayîne te çêkirin mukerrer
Husna xwe di wan te kir musewwer
Ayîne li pêŞ-i tûtiyan girt
Davik te li pêŞ-i kûviyan girt
Ayîne ji wan we ye ko av e
Ew 'ekis ji wan we ye ko tav e
NeqŞê te dibînin ew di avê
Nakin hezerê ji av û davê
Lebtesne teleb dikin zelalî
Wî dane û dam û zulf û xalî
Meqsûd ko bû ji pêŞ ve hadir
Dê qesd bikin cemî'ê nazir
Tûtî bi xwe ma Şekir dirêjin
Herçî dibihên ewî dibêjin
Wê meqsedê muxteser dibînin
Pabend dibin gelek dimînin
Meqsûd û muradê dil tu Şa yî
Emma tu tudillu men teŞa'î
Herçî te divê bibî delalê
Pabend dikî bi zulf û xalê
Herçî ko tu bînî ser hîdayet
Vê ra Bekirî bikî 'înayet
Hadir wî dibî meqamê me'lûm
Ger xadim e wî digêrî mexdûm
Bê secde te ey cenabê me'bûd
Adem kire qiblegah û mescûd
'Îsa kusa gihande ewcan
Aya bi çi te hebande ew can
Dersa ko bi xef te gote Idrîs
Elbet diçû meqamê teqdîs
Iblîsê, feqîrê bêcinayet
Hindî te hebû digel 'inayet
Her roj-i dikir hezar ta'et
Lewra ko te da wî istita'et
Wî secde nekir li xeyrê me'bûd
Gêra te ji ber derê xwe merdûd
Yek secde nebir li pêŞê exyar
Qehra te kire muxellide n-nar
Elqisse ji hikmeta te agah
Ferdek me nedî tebareke l-lah
'Irfan-i teleb di Şahibê idrak
Derheqqê te gote »ma 'erefnak«
Xanî bi nezaniya xwe derheq
Gumrah bibit ne dûr e el-heq
Illa ko meger mu'în Xwida bit
Ya rahiberê wî Mustefa bit
Ya reb bi heqqê Mustefa kî
Xanî bi xwe ra tu asina kî
* * * * *
Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke
Yek cur‘e’ê mey di cam-i Cem ke
Da cam bi mey cihannuma bit
Herçî me irade ye xuya bit
Da keŞf bibit li ber me ehwal
Kanî dibitin muyesser iqbal
Idbara me wê giha kemalê
Aya bûye qabilê zewalê
Ya her wehe dê li ’stiwa bit
Hetta weko dewr munteha bit
Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb
Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb
Bextê me ji bo me ra bibit yar
Carek bibitin ji xwabê hiŞyar
Rabit ji me jî cihanpenahek
Peyda bibitin me padiŞahek
Şîrê hinera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn
Derdê me bibînitin ‘ilacê
‘Ilmê me bibînitin rewacê
Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek
Neqdê me dibû bi Şikke meskûk
Ned’ma wehe bêrewac û meskûk
Herçend ko xalis û temîz in
Neqdên bi Şikkeyê ‘ezîz in
Ger dê hebûya me padiŞahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane der ji destê le‘îman
Xalib nedibû li ser me ev rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk
Mexlûb û muti‘ê tirk û tacîk
Emma ji ezel Xwidê wisa kir
Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir
Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e
Ew ‘ar li xelqê namidar e
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye Şa‘ir û feqîran
Herçî bire Şîrî destê himmet
Debt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet
Lewra ko cihan wekî ‘erûs e
Wê hukim di destê Şîrê rûs e
Lê ‘iqd û sedaq û mehr û kabîn
Lutf û kerem û ‘eta û bexŞîn
Pirsî ji dinê min ev bi hikmet
Mehra te çi gote min ko himmet
Hasil ko dinê bi Şîr û ihsan
Tesxîr dibit ji bo wî insan
Ez mame di hikmeta Xwidê da
Kirmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm
Wan girt bi Şîrî sehrê Şuhret
Tesxîr kirin biladê himmet
Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mêrekê wan bi remzê Ristem
Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan
Kirmancî ye bûye Şubhê burcan
Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in
Kirmanc hemî li çar kinar in
Herdu terefan qebîlê kirmanc
Bo tîrê qeda kirîne amanc
Goya ko li serhedan kilîd in
Her ta’ife seddek in Şedîd in
Ev qulzimê rûm û behrê tacîk
Hindî ko bikin xurûc û tehrîk
Kirmanc dibin bi xwîn mulettex
Wan jêk ve dikin misalê berzex
Cwamêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad
Wan dane bi Şîr û himmetê dad
Hindî ji seca‘etê xeyûr in
Ewçend ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet
Bû mani‘ê hemlê barê minnet
Lew pêk ve hemîŞe bêtifaq in
Da‘im bi temerrud û siqaq in
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat
Mumtaz dibûn xwidankemalat
* * * * *
Xanî ji kemalê bêkemalî
Meydana kemalê dîte xalî
Ye‘nî ne ji qabil û xebîrî
Belkî bi te‘essub û ‘eŞîrî
Hasil ji ‘inad eger ji bêdad
Ev bid‘ete kir xilafê mu‘tad
Safî Şemirand vexwar-i durdî
Manendê derê lisanê kurdî
Înaye nizam û intizamê
Kêsaye cefa ji boyî ‘amê
Da xelq nebêjitin ko ekrad
Bême‘rifet in, bêesl û bunyad
Enwa‘ê milet xwidankitêb in
Kirmanc-i tenê di bêhesêb in
Hem ehlê nezer nebên ko kirmanc
‘IŞq-i nekirin ji bo xwe amanc
Têk da ne di talib in, ne metlûb
Vêk ra ne muhibb in ew, ne mehbûb
Bêbehre ne ew ji ‘iŞqibazî
Farix ji heqîqî û mecazî
Kirmanc ne pir di bêkemal in
Emma di yetîm û bêmecal in
Fi l-cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bêxwidan in
Ger dê hebûya me jî xwidanek
‘Alîkeremek, letîfedanek
‘Ilm û hiner û kemal û iz‘an
Şi‘ir û xezel û kitab û dîwan
Ev cins biba li ba wî me‘mûl
Ev neqd biba li nik wî meqbûl
Min dê ‘elema kelamê mewzûn
‘Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve rûha Melê Cizîrî
Pê hey bikira ‘Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran
Çi b’kim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qumas-i ra xerîdar
Xasma di vê ‘esrê da ko himyan
Me‘sûq û hebîb e bo me hemiyan
Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar
Heryek ji me ra we bûne dildar
Ger ‘ilm temam bidî bi polek
BifroŞî tu hikmetê bi solek
Kes nakite meyterê xwe Camî
Ranagiritin kesek Nizamî
Weqtê ko me dî zeman e evreng
Fi l-cumle li ser diravî bû ceng
Hez kir me bibîne kîmiyager
Gava ko me dî nebû muyesser
Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir
Tesfiyyeê cewher dexel kir
Qelbê me nekir qebûl-i hîle
Qet bo xeredê nebû wesîle
Dîn çû û neket bi dest me dînar
Pasê ji neçarî bûyîne seffar
Sifrê xwe yê xef me eŞkera kir
Qirtasiye bû me lê du‘a kir
De‘wet geriya bi sidq icabet
Bû wasiteê qezayê hacet
Ev pol egerçi bêbeha ne
Yekrû ne û saf û bêbeha ne
Bêhîle û xurde û temam in
Meqbûlê mu‘amela ‘ewam in
Kirmancî ye sirf e, bêguman e
Zêr nîne bibîn sipîdeman e
Sifrê me yê sor e, aŞikar e
Zîv nîne bibîn ko kem‘eyar e
Neqdê me mebêje kembeha ye
Bê Şikkeyê Şahê sehrewa ye
Ger dê bibûya bi erb-i menqûs
Nedima wehe bêrewac û mexsûs
Mehbûb e, bi kes ne namizad e
Lew bextsiyah û namurad e
Qirtasiyeya me bêpenahan
Bê derb-i qebûl-i padiŞahan
Me‘lûl e li ba gelek ‘elîman
Meqbûl e li ba gelek hekîman
Lê hakimê weqt-i me‘rifetnak
Mesmû‘ nekir bi sem‘i idrak
Mîrê ko bi navê Mîrza ye
Mehza nezera wî kîmya ye
Qelbê di zexel dikit bilorî
Polê di dexel dikit filorî
Sed bar hebin filûsê ehmer
Derhal-i dikit bi yek nezer zer
E‘layî dikit bi qehrê edna
Ednayî dikit bi lutfê e‘la
Pasan digirit wekî esîran
Aza dikitin wekî feqîran
Herroj hezar bênewayan
Herlehze bi lutf sed gedayan
Zengîn dikitin bi destê himmet
Hikmet ew e nakitin çu minnet
Ger dê wî nezer bida me carek
Iksîrê teweccuha mubarek
Ev qewl hemî dikirne es‘ar
Ev pol hemî dibûne dînar
Emma nezera wî zêde ‘am e
Lew xas-i nezer ji dil neda me
Ew rehmet xas e bo ‘ewamî
Ya Reb, tu bidî wî her dewamî
Tags:
Nûçe
Vedîtina planêtek nuh ji dervî pergala rojê
Vedîtina planêtek nuh ji dervî pergala rojê
Planêta herî biçûk ji dervî pergala rojê, ya ku em tê de dijîn ji aliyê stêrnasan ve dîtin. Ev planêt li dora stêrkekê ji dervî pergala rojê digere. Zanyaran dan xuyakirin, ku ji ber çûkbûna planêtê, tê texmîn kirin ku planêt wek erdê...
—————
SONY ERICSSON Û TOSHIBA NÊZÎKÎ 4 MILYAR DOLAR XISAR KIRINE
bandora qeyîrana abûriya cîhanê herdû kompaniyayên elektronî, Toshîba û SonyEricsson bi hezaran karmendên xwe ji kar derdixin.Kompaniya Tosheba ya Japonî ragihand, heta adara sala 2010 jimara karmendên xwe dadixê 3900 karmendî, ev jî dîyarkir ku bi sedema qeyîrana abûrîya cîhanê hiştîye ku...
—————
Xwe ji 7000 metreyan ji balafirê avêt xwarê!
Rêwîyekî 20 salî, yê balafirek biçûk ya Kanadayî, deriyê balafirê vekir û xwe ji bilindahiya 7000 metreyan avêt xwarê.
Li gor agahdariyên polîsên Kanadayî balafira ku hew du rêwî tê de bûn, wî xortî di balafirê de hereketên ne li ser rê û hev dikir.
Pîlotan gelek hewil dan ku...
—————
KASETA KOMA NAVÎN DERKET
Koma Navîn ku li Colemêrgê xebatên muzîkê dimeşîne, bi etîketa Huren Prutoksiyonê albûma xwe ya yekem derxist. Koma Navîn di albuma xwe ya bi navê "Jiyanek Nû" ya dê ji aliyê Kom Muzîkê ve bê belavkirin de, ji çanda Colemêrgê sûdeke mezin girtiye. Koma Navîn ku ev 18 sal in li herêmê muzîkê...
—————
Ednan Mihemed Bavê Heco | Dêrka Hemko 1969 | Sazvan û awazçêker
Pêşî xwe bide naskirin , Bavê Hêco kiye ?
Navê min Ednan Mihemed e , bi Bavê Hêco hatime naskirin ,di sala 1969an li bajarê Dêrika Hemko di malbatek a xizan de hatime jînê û ta niha lê dijîm .
Kengî te dest bi hunerê kiriye û li çi sazan didî ?
Despêka min di sala...
—————
SimilarWeb ji bo nîşandana malperên wekhev
Programmê SimilarWeb bi cihê dilxweşiya gelek kesan hat. SimilarWeb programmekî biçûke ku li Browsera Înternetê tê siwar kirin, ku li kêleka çepê ya ekrana kompyûter malperên din, yên wek malpera ku tu têde ye nîşan dide. Mînak heger tu di malpera azadiyawelat.com, yahoo.com, googl.com'de be, wê...
—————
Keçeke Cihû Stranên Kurdî Dibêje
Galî di konserwatûwarê de li ser enstrumenta flutê xwendiye û di komeke mezin ya İsraîlî de hunermendiyê dike. Ew ji bilî zimanê Hubrî bi İngîlîzî jî distrê û ji ber hest û viyana xwe ya ji bo stran û govendên Kurdî, bi şêweyê duetê û bi hevkariya hunermendekî Kurd li Swêd‘ê dû CD yên stranên Kurdî...
—————
Nasirî Rezazî karê albûma xwe ya nû qedandiye
Albûma nû ya Rezazî ji 12 stranan pêk hatiye û dê ji aliyê Şîrketa Çwarçirayê ve bê belavkirin. Nasirî Rezazî di heqê albûma xwe ya nu de got:” Karê berhemanîna albûma min a nû qediyaye, heta ku me qedan em gelek westiyan.
Biryar e ji aliyê Şîrketa Çwarçirayê ve di...
—————
280 Hezar ji bo konê serokê Lîbya Qezafî
Buhabûna konê serokê Lîbya Moemer el Qezafî gihişt 280 hezar dollar, yê ku li paytexta Qeter Doha di dema kombûna ereban de jê re hate çêkirin.
Qezafî nexwestî ku di otêla Doha de razê. Otêla Doha yek ji otêlên herî mezine di herêmê de, û li ser ya xwe maye ku di konê xwe de razê. Li ser...
—————
Darçîn Şekirê di Xwînê de Kêm dike
Tîmek ji zanyarên tibî ên siwêdî, dan xuyakirin ku xwarin û xexwarina darçîn têde hebe, dibe alîkar ku raceya şekir di xwînê de kêm bibe. Zanyaran destnîşan kirin, ku xwarin û vexwarin li gel darçînê, xwînê ji bilindbûna şekir diparêze û ev tişt ji bo kesên sax û nexweş herduyan...
—————
BILA KOMPÎTUR ZIRARÊ NEDE WE
Kesên ku li ber kompîtûran dixebitin bi xetereyê re rû bi rû dimînin. Ji ber ku kompîtûr zirarê dide çavên mirov. Pispor kesên ku li ber kompîtûrê dixebitin hişyar dikin û dixwazin ew baldartir bin.
Teknolojî li aliyekî karê mirov rehet dike lê carna jî zirarê dide tenduristiya mirovan. Pispor...
—————
DTP`Ê 98 ŞAREDARÎ BI DEST XISTIN
Li gorî encamên ewil DTP`ê hejmara bajarên ku di dest xwe de du qat zêde kir. Her wiha li gorî encamên peşî DTP 98 şaredariyên bajar, navçe û bajarokan bi dest xistin...
Bajar, navçe û bajarokên ku DTP`ê bi destxistîn wiha ne:
1- Amed (Diyarbakir)
2- Baglar (Bağlar) jin
3- Bismil-Jin
4-...
—————
Kompyûtera Dalaî Lama jî hatiye hacker kiri!!
Di nav de kompyûterên Nato, sefaret û wezaretan jî hene.
Zanyarên kanedî komek mezin ji hackerên kompyûteran naskirin, ku tê texmînkirin 1295 kompyûter di 103 welatan de êrîşkirine.
Di nav wan kompyûteran de, ên balyozxaneyan, wezaretên Karên derve, Nato û ê Dalaî Lama jî hene. Koma ku berî...
—————
LÎSTIKEKE NÛ: RÊ
Koma teatra kurd a li Awusturyayê Teatrapotamîa bi lîstikeke nû ya kurdî derdikeve ser dikê. Lîstika bi navê ‘Rê’ ji aliyê Sedat Bariş ve hatiye nivîsandin. Her wiha derhênerê lîstikê jî Îhsan Yilmaz e. Rê dê di 3’ê nîsanê de saet 19.30’an derkeve pêşberî temaşevanan. Lîstik dê li paytexta Avustuya...
—————
Aram Tîgran li nexweşxaneyê tê dermankirin
Hunermend Aram Tîgran ku ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibû Amedê û nexweş ket, ev 3 roje li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Hunermend Aram Tîgran ku ji bo beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe hatibû Amedê û piştre çû Çewlîkê ji ber nexweşiya xwe ya dil ev 3 roj in li Nexweşxaneya Venî Vîdî tedavî dibe....
—————
Peykerê sînemagêrê Kurd Yilmaz Guney li Sêwregê hat çikandin
SÊWREG- Peykerê sînemagêrê Kurd Yilmaz Guney li Sêwregê hat çikandin.
Li gor tê gotin, li belediya Sêwregê di bin navê “Projeya Xwedîlêderketina Nirxan” de peykerê hunermendê Kurd Yilmaz Guney hat çikandin.
Yilmaz Guney bi xwe Sêwregî ye û di sînemaya Tirkiyê de rolek mezin lîztiye. Guney...
—————
Misir: Polîsek biryara girtina KEREKÎ dide!!!!
Îcar zindan ji bo keran jî (dûrî hizûra we). Li bakurê Qahîre/Misir polîsek kerekî dixe girtîgehê. Piştî ku ker ketibû baxçeyekî dewletê û hinek garis xwaribû. Çapemeniyê ragihand, ku serpolîsê „Cîze“ biryara girtina kerê daye û ji xwediyê wî 50 cinêhî (diravên misrî) ji bo zirarê xwestî.
Li gor...
—————
Otomobilek nuh bi 1700 € : Tata Nano
Otomobîla herî erzan di cîhanê de roja dişemê 23.03.2009 li Mûmbay/Hindistan bi awayekî fermî hate pêşkêş kirin. Tata Nano bi 1450 €/1970 $ ye. Firma Tata sîparîşan ji nehê nîsanê de ji bo kirîna Nano digre.
Di destpêkê de Tata dixwaze li Hindistanê û welatên din yên Asya bifroşe û di 2011 divê...
—————
Wêneyên Newroza Amedê 2009
Erdû ezman qelişîn, jê mirov derketin. Ev ne rojek dîrokîye, dirok bi xwe ye. Kelî bi kelî tê nivisandin. Bi qasî hebên baranê,bi qasî perpûlên berfê, weke aşîtekê, weke lehîya barenê mirov herikîn qada newrozê. Newroza 2009 di demek gelek girîng de pêk tê. Piştî hefteyekê wê hilbijartinên heremî...
—————
Gmail: vegerandina email'ên hatine şandin
Google ji bo bi karanîna Gmail, karîûna vegerandina e-maîl'ên şandî dixe dest. Ji bo emaîl'ên ku bi şaşî hatine şandin bi (Undo Send) emaîl dikare dîsa were vegerandin, di navbera pênc saniyan de. Piştî te maîl şand û te naskir, ku bi şaştî ji vî kesî re hatiye şandin, an jî şaştî di...
—————
Me Moz kirîn derketin kokaîn
Sendoqa mozan tije kokaîn li dikanê
Du sendoqên mozan ku bêtirî 28 kg kokain têde bû li eyaleta Bayern ya Elmanya hate dîtin.
Tê texmîn kirin, ku kesên ev kokaîn derbasî Elmanya kirine, di sendoqa mozan de ji bîr kirine.
Qîmeta wan dighêje yek melyon û çarsed hezar Euro. Kokaîn roja...
—————
Pranav 6 saliye - Xwedî IQ'yek ji ya Einstein bilind tir
Heya çar saliya xwe jî, zarokê bi navê Pranav, yê ku îro şeş saliye, zarokekî wek hemû zarokan normal bû. Di pişre bala dêûbavên xwe kişand ser xwe. Bavê wî radibe û ji wî re testek zîrekbûnê jê re çêdike. Di encamê de Pranav IQ 176 bi dest dixe (IQ ji înglîzî = dereceya zîrkbûnê). Ev encam gelek...
—————
Microsoft Internet Explorer 8
Internet Explorer ji bo daxistinê amade ye
Microsoft Internet Explorer 8 ji bo download kirinê dide ber destan.
Kesên ku dixwazin dikarin Browser'a nuh, ya nêzî şêweya dawî' wek tecrube daxînin.
Li gor pisporekî teknîkî yê Microsoft'ê, Explorer'a nuh gelek bi lez kar dike û hewqas cih, weke...
—————
Xizmeta wergerandina PDF û WORD ji Google
Xizmeta wergerandina PDF û WORD ji Google
Google xizmeta xweyî wergerandinê nuh dike. Îcar mêvanên Google dikarin PDF û Word jî bi riya Google Translate wergerînin, bêyî ku tekst kopî û dîsa pêve bike.
Tê tenê navnîşana PDF an jî Word bidê û Google wê biguherîne HTML û...
—————
Google avê ber dide bin firmên ragihandinê
Google xizmeta GrandCentral nuh dike û navê wê dike „GoogleVoice“ û êrîşek rasterast dibe ser firmên tefonên destan û înternetê. GoogleVoice hatiye pêşxistin, ku telefonkirinên herêmî bêperebin û merov dikare nameyek deng tomar bike û heya şeş kesan weke civîn çêbikin. Ev nameyên bi deng, tu dikare...